Çavûşoglu: Emê derbasî Efrînê bibin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser operasyona Efrînê axivî û ragihand, Tirkiye dê derbasî Minbic û Efrînê bibe.
Mevlûd Çavûşoglu her wiha da xuyakirin ku ew êdî li hêviya sozên Amerîka namînin, ji ber ku heya niha Amerîka sozên xwe yên derbarê Minbic û Reqayê de bicîh nehaniye.
Navhatî diyar kir, ku Tirkiya û Amerîka di NATO de hevpeymanên hev in, lê Amerîka li Sûriyê kiryarên li dijî wê hevpeymaniyê dike.
Wezîrê derve yê Tirkiyê tekez kir, ku ew ne li dijî gelê kurd in, lê şerê wan li dijî PKK û PYD ye û got, em qebûl nakin PYD beşdarî civîna Soçî bibe, lê kurdên ji derveyî PYDê dê beşdarî wê civînê bibin, ji ber vê yekê jî nabe Mosko li dijî operasyona Efrînê derkeve.
