Encûmena ewlehiya Tirkiyê derbarê Efrînê daxuyaniyek belav kir
berî demekê encûmena ewlehiya niştimanî ya Tirkiyê civîna xwe bi serokatiya serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi dawî kir, tê de biryara dirêjkirina rewaşa ewlehiyê bo 3 mehên din dirêjkir.
Herwiha derbarê Efrînê de jî encûmenê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku, ew bi ti awayî rê nadin ku, korîdorek ji bo terorîstan li ser sînorê Tirkiyê hebe û ew qebûl nakin artêşeke terorîstî li deverê were pêkanîn û ewê hemû bizavên xwe ji bo van armancan bikin.
Encûmenê got jî ku, pêwîst e hemû ew çekên radestî PKK/YPG hatine kirin, ji wan bên stendin.
Basnews
