Amerîka: Emê hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê bidomînin
Rex Tillerson li Enstîtuya Hoover a Zanîngeha Stanfordê axivî û got: “Hebûna me ya dîplomatîk û leşkerî ya li Sûriyê giring e.”
Tillerson aşkere kir: “Li Sûriyê heta ku DAIŞ bi temamî ji nav were birin û were têkşikandin, emê hebûna xwe ya leşkerî bidomînin.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Tillerson herwiha destnîşan kir: “Emê şaşiyeke weke ku me di sala 2011ê de li Iraqê kir, nekin û emê rê nedin DAIŞ yan jî rêxistineke din a terorê cardin derkeve holê. Ji bo Sûriyeyeke bi îstiqrar, yekparçe û serbixwe, di pêvajoya Cinêvê de divê serokatiya piştî Esed were pêkanîn.”
Tillerson li ser rageşiya li gel Tirkiyê jî got: “Em nîgeraniya Tirkiye ya hevpeymana NATOyê dibihîzin û giringî didin.”
Rudaw
