• Thursday, 19 February 2026
logo

HDP: Erdogan bo parastina desthilata xwe Tirkyê dixe nav agir

Gulan Media January 17, 2018 Nûçe
HDP: Erdogan bo parastina desthilata xwe Tirkyê dixe nav agir
Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay derbarê êrîşên Tirkiyê li ser bajarê Efrînê ragihand ku, Serokê Tirkyê Receb Tayb Erdogan ji bo parastina desthilata xwe, Tirkyê dixe nav agir.

Serpîl Kemalbay, li Perlemana Tirkiyê, di civîna Koma Partiya xwe de amaje bi operasyona Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve dike û dibêje ku, Erdogan ji bo veşartina kêmaniyên xwe li Rojhilata Navîn, agir geş dike.

Di gotara xwe de Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay tekez kir ku , ti pirsgirêka gelên Tirkyê, bi Efrînê re nîn e. Lê Serokê Tirkyê Receb Tayb Erdogan ji bo parastina desthilata xwe, Tirkyê dixe nav agir.

Basnews
Top