ÎDÎA – 30 şervanên YPGê canê xwe ji dest dan!
Li gorî çavkaniyên xwecihî, şeva Sêşemê 16-01-2018, artêşa Tirkiyê herdu herêmên Şêrawa û Şera ya Efrînê topbaran kirine.
Heman çavkaniyan dan zanîn, ku hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, ji aliyê Kelha Semanê ve gundên Îska û Şadêrê yên herêma Şêrawa topbaran kirine.
Li aliyekî din, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyonê ji herêma Izazê gundên Vîlat Qadî, Merehnaz û Qitmê yên ser bi herêma Şera jî topbaran kirin.
Çavkaniyan diyar kirin, ku di topbaranê de çekên giran hatine bikaranîn. Medyaya Tirkiyê îdîa dike, ku ev yekemîn pêngava operasyona li ser Efrînê ye û di encama bombebaranan de 30 şervanên YPGê canê xwe ji dest dane.
Lê heta niha jî çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ev zanyarî piştrast nekirine.
Hêjayê gotinê ye, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotarên xwe yên dawîn de radigihîne, ku di demeke nêzîk de dê artêşa welatê wî dest bi operasyona li ser Efrînê bike.
Rudaw
