• Thursday, 19 February 2026
logo

ROJAVA – Hûrgiliyên artêşa nû diyar dibin

Gulan Media January 16, 2018 Nûçe
ROJAVA – Hûrgiliyên artêşa nû diyar dibin
Hûrglî derbarê artêşa nû ya li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin de diyar dibin.



Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê li dijî DAÎŞê hêzeke nû li rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê amade dike da ku sînorên deverên li jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de biparêzin.



Hevpeyamniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka serpereştiya wê dike, daxuyaniyeke fermî derbarê Artêşa Bakur da, ku li deverên di bin kontrola HSDê de tê avakirin.



Ofîsa karûbarên giştî ya Hevpeymaniya Navdewletî, ragihand ku dê nîvê vê artêşa nû, ji şervanên HSDê yên xwedî ezmûn bê damezirandin û wê erkê wê parastina sînorê hevbeş be bi Tirkiyê û Iraqê re.



Welatê ku herî zêde dilgiran bûye ji avakirina vê artêşa nû, Tirkiyê ye. Berdevkê Serokomarê wî welatî, Îbrahîm Kalin dibêje Amerîka hewl dide YPGê bike hêzeke rewa û yasayî, Tirkiyê jî vê yekê bi tu awahî qebûl nake.



Ofîsa karûbarên giştî yên Hevpeymaniyê hûrglî derbarê vê hêza nû de aşkere kirine:



-Hejmara endamên vê hêza nû dê 30,000 kes bin



-15,000 şervan dê erkê parastina sînoran bikin



-Nîvê hêza nû dê ji şervanên HSD yên xwedî ezmûn be



-Niha 230 kes ji wê hêzê wekî beşê yekem tên perwerdekirin



-Hêza nû dê sînorên bi Tirkiyê û Iraqê re biparêze



-Herwiha dê sînorê Feratê bi hêzên Sûriyeyê re biparêze



-Hêza parastina sînor dê li jêr fermandariya HSD be



-Şervanên Kurd dê li herêmên xwe erkê xwe pêk bînin



-Şervanên ereb dê li herêmên xwe erkê xwe pêk bînin



Ev pêngava nû ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê bûye cihê nerazîbûna Tirkiyê.



Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Ibrahîm Kalin got, Amerîka gavên cihê dilgiraniyê diavêje.



Kalin herwiha got: “Amerîka hewil dide rewatiyê bide YPG da ku li herêmê bimîne, lê Tirkiyê vê yekê qebûl nake.”



Li gorî hinek çavkaniyan, nêzîkê 5 hezar serbazên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê cih girtine, lê Amerîka dibêje 2000 leşkerên wan hene.



Hêjayê gotinê ye Amerîka ragihandibû ku hêzên wê dê li Sûriyeyê bimînin heta ku DAIŞ bi temamî were jinavbirin, aramî were sepandin û çareseriya siyasî li Sûriyeyê were peydakirin.

Rudaw
Top