Hikûmeta Herêmê û Yekgirtû pêdagirî li ser asayî kirina rewşa Kurdistanê kirin
Di civînekê de bal kişandine ser daxwazkariya Yekgirtûya Îslamî ku berî niha pêşkêşê Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirbû û pûdagirî li ser giringî ya xalên di nava vê daxwazkariyê de kirin.
Her du aliyan wek hikûmet û aliyên siyasî yên di nava hikûmetê de pêdagirî li ser asayî kirina rewşê û çareser kirina qeyranên Herêma Kurdistanê kirin.
Her wiha daxwaz kirin ku hemû hewl û şiyan ji baştir kirna vê rewşê bihên dan.
Li dawiyê jî biryar dan ji bo gehiştin bi armanceka hevpar, li ser civênên bi vê awayê berdewam bin.
