Parlamentoya Ewropayê betalkirina perlamentariya Leyla Zana nayê qebûlkirin
Serokê Parlamentoya Ewropayê Antonio Tajani di civîna parlamentoyê ya li bajarê Strasbourga Belçîkayê de, biryara betalkirina perlamentariya parlementara HDPê ya Agiriyê Leyla Zana ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve wekî biryareke nerewa nirxand û got, ew biryar nayê qebûlkirin.
Tajani herwiha fikarên xwe yên derbarê binpêkirina mafên mirovan, girtina siyasetmedar, rojnamevan û nûnerên komeleyên civaka sivîl de, anîn ziman.
