• Thursday, 19 February 2026
logo

Kamîl Jîr bo Ala Talabanî: Dijmin xelat dide kesê ku nokerê wî be!

Gulan Media January 16, 2018 Nûçe
Kamîl Jîr bo Ala Talabanî: Dijmin xelat dide kesê ku nokerê wî be!
Nivîskar û siyasetmedarek kurd rexne li partî û parlamenterên kurd kirin û dibêje: ‘’Dijmin xelat dide kesê nokerê wî.’’

Siyasetmedar û endamê desteya damezrîner ê Partiya Komeleya Azadî û Jiyaneweya Netewa Kurd (KAJİK) Kamîl Jîr ji BasNewsê re ragehand: ‘’Partiyên Kurdistanê ji bo berjewendiyên bilind ên gelê me li Bexda neman, lê dû berjewendiyên bilind ên partiya xwe ketine.’’

Derbarê pirsa çima Ala Talabanî berdewam xelata rêzgirtinê li Bexda werdigre de jî Kamîl Jîr got: ‘’Ez nizanim gelo Ala Talabanî xelat wergirtiye yan na, dibe hin parlamenter hebin ku karên baş kiribin, lê divê bê zanîn dijmin xelat dide kesê ku nokerê wî be.’’

Kamîl Jîr ragehand: ‘’Bi ti awayekê ez ne li gel vê yekê me ku kurd li Bexda parlamenterên xwe hebin. Ji ber eger em bala xwe bidinê, li sala 1921ê ve parlamentoya Iraqê heye û ji wê demê heta naha parlamenterên kurd hene li Bexda. Lê bayê yek qurûş nirx û rolê wan nebûye û xizmet ji kurdan re nekirine. Tenê ew nebe mehane mûçeyek baş wergirtine û dervey wê ti tiştek din bidest neketiye. Herwaha di dirêjayiya dîrokê de me nedît parlamenterek kurd xwedî helwêsteke baş be, ji ber wê jî parlamenteriya kurd li Bexda tiştek zêde ye.’’

Ew gotinên Kamîl Jîr piştî wê yekê tên ku duh 15.01.2018ê endama fraksiyona YNKê Ala Talabanî ku alîgirek tund ê Iraq a Erebiye, wek parlamentera herî baş a sala 2017ê xelat wergirt.

Basnews
Top