PDK bi cuda beşdariya hilbijartinan dike
Li gor zaniyariyên berdest, îro mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê (PDK) civiyaye û di civînê de behsa rewşa siyasî ya Kurdistan û Îraqê û herwiha amadekariyên heyî yên bo hilbijartinên Kurdistan û Îraqê hatiye kirin.
Her di heman civînê de PDK ku beriya niha daxwaz ji part û aliyên siyasî yên Kurdistanê kiribû daku bi yek list beşdariya hilbijartinên Îraqê bikin, lêbelê part û aliyên siyasî yên Kurdistanê ew daxwaz cîhbicîh nekiribûn, biryar daye daku bi tenê beşdarî di hilbijartinan de bike.
Herwiha PDK daxwaza dike daku hilbijartinên Kurdistanê beriya hilbijartinên Îraqê werin kirin.
