• Thursday, 19 February 2026
logo

Dîplomatkarê Amerîkî: Balefirên alîkarî ji YPGê re dibin ji Tirkiyê radibin!

Gulan Media January 16, 2018 Nûçe
Dîplomatkarê Amerîkî: Balefirên alîkarî ji YPGê re dibin ji Tirkiyê radibin!
Balyozê Amerîka yê berê yê li Enqerê James Franklin Jeffery dibêje, balefirên ku alîkariya YPGê dikin ji Tirkiyê radibin.

James Jeffery li Amerîka di paneleke derbarê peyvendiyên Tirkiye û Amerîkayê de axivî û got, ji bo alîkariya YPGê hincet tên girtin, Tirkiye her roj nerazîbûn li dijî Amerîkayê nîşan dide. Lê di şerê li dijî DAIŞê de balefirên ku alîkariya YPGê dikin ji Tirkiyê radibin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî ti carî rêgirî li balefiran nake.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan demek e gefa destpêkirina operasyona li dijî Efrîn dike û dibêje, Artêşa Tirkiyê amadeyiyên temam kirine û dê di demeke kurt de dest bi operasyonê bike.

Basnews
Top