• Thursday, 19 February 2026
logo

Ji Osman Baydemîr re ji ber peyva Kurdistanê ceza birîn

Gulan Media January 16, 2018 Nûçe
Ji Osman Baydemîr re ji ber peyva Kurdistanê ceza birîn
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Osman Baydemir ji bo ku li parlamentoya Tirkiyê peyva “Kurdistanê” bikar anîbû jê re 12 hezar lîreyê tirkî (3150 dolar) ceza hat birîn.



Ev ceza yekem car ji bo parlamenterê Kurd Osman Baydemîr hate birîn.



Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir 13ê Berfanbara 2017 di parlamentoya Tirkiyê de peyva peyva “Kurdistanê” bi kar anîbû ji ber vê yekê bi awayê demkî ji Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê hatibû derxistin.



Serokatiya Karê Darayî ya Parlamentoya Tirkiyê 12 hezar û 322 lîrayê tirk ji meaşê Osman Baydemir birî û têne ji sê yek meaşî hat razandin. Parlamentoya Tirkiyê di dîroka xwe de yekem cara parlamenterekê bi vî awayî sizadan dike.



Hat ragihandin ku ceza li gorî rêziknameya parlamentoyê ya madeya 163emîn hatiye birîn.



Osman Baydemîr li parlamentoya Tirkiyê di axaftina xwe de gotibû: “Ez weke parlamenterekî ji Kurdistanê hatime, daxwaza min ew e ku ev der bibe banê hevbeş ê tirk û kurdan.”

Rudaw
Top