Ebadî û Yildirimî pirsa berhingarbûna PKKê gotûbêj kir
Binali Yildirim di peywendyeka telefonî da di gel Heyder ‘Ebadî pirsa berhingarbûna Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê û peywendîyên herdu welatan gotûbêj kirin.
Ofîsa hHeyder ‘Ebadî di beyanekê da eşkera kir; Herdu serokwezîra behsa rû bi rûbûna terorê û yekparçeya axa Sûrîyê kir, ‘Ebadî jî dupat kir ku Bexda di gel yekparçeya axa Sûrîyê ye.
Li gorey beyana ofîsa ‘Ebadî, herdu alîyan pirsên kargêrîya hevpişika avê di navbera herdu wlatan da gotûbêj kirin, dupatî jî li zêdekirina avê ji bo Îraqê kir.
Eşkra jî kir; ‘Ebadî û Binali Yildirim pirsên aborî û peywendyên bazirganî û pişikdarîya kompanyên Tirkîyê di avedankirina Îraqê da gotûbêj kirîne.
Waar,tv
