• Thursday, 19 February 2026
logo

Tirkiye: Amerîka li Sûryê bi agir dilîze

Gulan Media January 15, 2018 Nûçe
Tirkiye: Amerîka li Sûryê bi agir dilîze
Wezareta derve ya Sûryê pilana Amerîkî ya pêkanîna hêzên parastina sînor li navçeya rojhilatê Furatê şermezar kir û ragihand, ku pêkanîna artêşekê li bakurê Sûryê, yasayên navdewletî û serweriya wî welatî binpê dike û ew ti carî rê nadin armancên Amerîka û milîsên bi ser wê ve bicî bibin.

Wezareta derve ya Sûryê got: "Divê civaka navdewletî beramberî wê biryara Amerîka raweste, ku dixwaze hêzekê ji milîsên xwe pêk bîne".

Herweha wezaretê got: "Her kesê di wê hêzê de beşdar bibe xayin e".

Ji aliyê xwe ve artêşa Sûryê ragihand, ku ewê bi tevahiya karînên xwe kar ji bo nehiştina Amerîka û alavên wê li Sûryê bikin.

Li ser heman pirsê peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag li ser Twittera xwe nivîsandiye ku Amerîka li Sûryê artêşeke terorê amade dike. Amerîka bi vê armanca xwe bi agir dilîze û Tirkiye wê her gavên pêwîst li dijî vê pilanê bavêje.

Herweha Bekir Bozdag gotiye: "Piştgiriya Amerîka ji YPGê re, li gel hevpeymaniya stiratejîk a Amerîka û Tirkiyê nagunce".

Berî niha Amerîka pilana karên xwe li Rojavayê Kurdistanê bi deh xalan eşkere kiribû, ku yek ji wan xalan biryar e Amerîka li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Hêzên Sûrya Demokrat, artêşek ji 30 hezar kes pêk bîne û li gorî wê pilanê wê ew hêz parastina sînorên navçeya Rojhilatê Furatê bike.

Basnews
Top