• Thursday, 19 February 2026
logo

Dijî Terora Kurdistanê li ser pevçûnê daxuyanî da

Gulan Media January 15, 2018 Nûçe
Dijî Terora Kurdistanê li ser pevçûnê daxuyanî da
Dezgeha Dijî Teror a Kurdistanê ya ser bi Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), derbarê pevçûna li navçeya Çemçemalê de daxuyaniyek belav kir û eşkere kir, ku di encamê de kesek hatiye kuştin, 3 kes birîndar bûne û 5 kes jî hatine desteserkirin.



Dezgeha Dijî Teror a Kurdistanê ragihand: “Piştî ku Wezareta Dadê ya Iraqê biryara girtina Girtîgeha Federalî ya Çemçemalê da, ji aliyên peywendîdar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz hate kirin, ku hevkariya veguhestina terorîstan bikin û wan bişînin Girtîgeha Federalî ya Sûsê.”



Di daxuyaniyê de hate gotin: “Şeva borî, demjimêr 02:30ê piştî nîvê şevê, hêzên peywendîdar û Dezgeha Dijî Terorê, ku erka parastina veguhestina terorîstên girtî cîbicî dikir, rastê êrîşa bi çekên giran a çend çekdaran hat.”



Dezgeha Dijî Terorê da xuyakirin, ku hêzên wan jî bersiv dane êrîşê û di encamê de kesek hate kuştin, 3 kes birîndar bûn û 5 kes jî hatine desteserkirin.



Li gorî daxuyaniyê kesên hatine desteserkirin di bin jêpirsînê de ne.



Çi çêbibû?



Şeva derbasbûyî, 14-01-2018, li nêzîkî Girtîgeha Federalî ya navçeya Çemçemala Silêmaniyê, li ser veguhestina zîndaniyan, di navbera hêzekî Dijî Teror a Kurdistanê û komeke çekdaran de pevçûn derketibû





Qaymiqamê Çemçemalê Remk Remezan ji Rûdawê re ragihandibû, ku pevçûn ji ber ji hev fêmnekirina du aliyan derketiye û di encama pevçûnê de kesekî bi navê Bêsrûn Nazim Hemeyê Silêman canê xwe ji dest daye û 2 kesên din jî birîndar bûne.



Li gorî zanyariyên Rûdawê, kesên çekdar pêwîstiyên girtîgehê dabîn dikin û pareyên wan li cem hikûmeta Iraqê ye. Lewma dema hêza Dijî Teror hatiye girtiyan veguheze, wan wisa fêm kirine qey dê maf û deynên wan ên li cem hikûmeta Iraqê jî ji dest biçe.



Ji aliyê din ve, Sekreterê Rojnamevanî yê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî jî ji Rûdawê re ragihand, ku hêza Dijî Terorê bi agahdariya hikûmeta Kurdistanê çûye Çemçemalê da ku girtiyan veguheze.



Girtîgeha Federalî û Girtîgeha Sûsê ser bi hikûmeta Iraqê ve ne û piştî 2003ê li wan herêman hatine danîn. Piraniya zîndaniyên wan jî bi tometa terorê ne.

Rudaw
Top