• Thursday, 19 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê êrîşa terorîstiya Bexdayê şermezar dike

Gulan Media January 15, 2018 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê êrîşa terorîstiya Bexdayê şermezar dike
Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, ji bo malpera fermiya Hikûmeta Kurdistanê, teqîna terorîstiya roja duşemê 15.01.2018ê li Bexdayê ku meydaneke karkeran kiribû armanc û ji encamê wê teqînê bidehan kesan jiyana xwe ji dest de û birîndarbûn, bi dijwarî şermezar dike.

Dizeyî dibêje: Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê êrîşa terorîstî bi dijwarî şermezar dike, sersaxiyê ji bo malbatên qurbaniyan dixwaze, xwe bi hevxem û hevderdê malbatên qurbaniyan dizane û ji birîndaran re jî hêviya çakbûn û selametiyê dixwaze.


Top