Rayedarên Gorranê: Êdî hêza YNKê nemaye da ku Gorran pê re tifaqê bike
Endamê Civata Niştimanî ya Gorranê Samal Ebdullah li ser tifaqa navbera Gorran û YNKê ji BasNewsê re got, êdî hêza YNKê têra wê yekê nake da ku Gorran pê re tifaqê bike. Ew rêkeftina ku me beriya niha bi YNKê re îmze kiribû, xaleka wê jî bicîh nehatiye.
Samal Ebdullah behsa tifaqa Gorran, Komela Îslamî û Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê jî kir û got, me li deverên Kurdistanî yên derveyî Kurdistanê tifaq kiriye. Sebeba wê jî xiyaneta 16 Cotmehê bû. Di encama wê xiyanetê de Kerkûk û deverên Kurdistanî di nav nîv saetê de hatin teslîmkirin.
Endamekî Civata Giştî ya Gorranê jî, ku nexwast navê wî were ragihandin, li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, eger bi YNKê re tifaq jî bikin ji ber xiyaneta 16 Cotmehê ya YNKê, emê ziyanê bibînin. Ji ber ku xelk ji YNKê aciz bûye, dema em jî bi wan tifaq bikin xelk dê ji me jî aciz bibe.
Basnews
