• Thursday, 19 February 2026
logo

Kurtulmuş: Tirkiye bêdeng biba gelek welatan dê referandûma Kurdan nas bikira

Gulan Media January 14, 2018 Nûçe
Kurtulmuş: Tirkiye bêdeng biba gelek welatan dê referandûma Kurdan nas bikira
Wezîrê Çand û Geştiyarî yê Tirkiyê Numan Kurtulmuş got, yek ji serkeftina herî mezin a Tirkiyê ew bûye, ku li hember referandûma Başûrê Kurdistanê bêdeng nemaye. Kurtulmuş da xuyakirin, ku eger Tirkiye bêdeng bimaya dê di nava demekî kurt de gelek welatan encamên referandûmê nas bikira.



Wezîrê Çand û Geştiyarî yê Tirkiyê Numan Kurtulmuş duh 13-01-2018, ji nûnerên Enqerê yên rojnameyên Tirkiyê re axivî û behsa peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê kir.



Li ser pirsa peywendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê û helwesta Tirkiyê, Numan Kurtulmuş got: “Di dema referandûmê jî de hinek helwesta birêz Nêçîrvan Barzanî cuda bû. Wî ji bo welatê xwe encamên nerênî yên referandûmê jî didît. Bi taybetî jî dizanî, ku metirsiya xirabûna peywendiyên li gel Tirkiyê heye.”



Kurtulmuş destnîşan kir, ku di sala 2017ê de Tirkiyê di 3 mijaran de serkeftî bûye û diyar kir, ku yek ji wan jî helwesta Trikiyê ya li hember referanûma Başûrê Kurdistanê bûye.



Wezîrê Çand û Geştiyarî yê Tirkiyê da xuyakirin: “Ya rastî referandûm ne tiştekî wiha bû, ku birêz Barzanî tenê biryar li ser dabe û gotibe de ka rabin em referandûmê bikin. Hinek welatên, ku em navên wan baş dizanin, ji wan re gotin de rabin bikin. Referandûm pêngaveke wisa bû, ku di hevsengiya herêmê de ti aktoreke herêmî piştgirî nedidayê.”



Numan Kurtulmuş eşkere kir, ku wê serdemê peywendiyên Tirkiye û Îranê û herwiha Tirkiye û Iraqê ne baş bûne lê ji bo astengkirina referandûmê welatê wî kariye wê nermiyê nîşan bide û di herêmê de bibe welatê diyarkirina rol û karan.



Kurtulmuş got: “Eger li wê derê referandûm bihata qebûlkirin û Tirkiye jî bêdeng biba, bawer bikin dê di demeke kurt de gelek welatan referandûm qebûl bikira. Ji lewra, guhertina vê yekê pêngaveke pir mezin bû.”

Rudaw
Top