• Thursday, 19 February 2026
logo

Erdogan: Emê Efrînê bi serê YPGê de hilweşînin

Gulan Media January 14, 2018 Nûçe
Erdogan: Emê Efrînê bi serê YPGê de hilweşînin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan careke din gefa operasyonê li dijî Efrînê xwar û got, ewê Efrînê li serê YPGê de hilweşînin.

Erdogan li Bakurê Kurdistanê di kongireya AK-Partiyê ya şaxa Elezîzê de axivî û got wan berî niha ji nişka ve operasyona Mertala Ferêt bi rê ve birine. Ger YPG xwe radestî Tirkiyê neke, ewê Efrînê li serê YPGê de birûxînin.

Erdogan herwiha rexneyên tund li Amerîkayê jî girt û da zanîn ku Amerîka 4 hezar û 900 tirêle û 2 hezar firoke tije çek da YPGê. Ger Amerîka dest ji vê siyaseta xwe bernede ew dê li Sûriyeyê li gor serê xwe tevbigerin û YPGê di nav hefteyekî de tine bikin.

Erdogan got, wan çawa di encama operasyona Mertala Ferêt de 3 hezar endamên DAIŞê tine kirin, ewê 3 hezar endamên YPGê jî tine bikin.

Ev daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê di demekê de tên, îro piştî nîvro Artêşa Tirkiyê bi topan êrîşî gundên Efrînê yên navçeya Cindirêsê kir û li gor medyaya Tirkiyê, artêşa Tirkiyê ji bajarokê Reyhanli yê girêdayî Hatayê ji binkeya sînorî ya Ogulpinar topbaran ancam daye.

K24
Top