Rêkarên ‘Ebadî li dijî Herêmê heman rêkarên rijêma Sedamî ne
Mîsal Alusî ji bo malperê Bexda Elyewm got: Hikumeta ‘Ebadî suzên xwe yên di gel Herêmê ne birîne serî û fişarên ser gel û hikumeta Kurdistanê zêdetir dike daku di helbijartinan da deng û destkeftên zêdetir bidest xweve bîne û ew rêkarên Bexda piştî refrandomê dijî Herêma Kurdistanê girtîne ber, heman rêkarên rijêma Sedamî ne.
Da zanîn jî: Pêdivîye çarekirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê di nava Îraqê da be ji berku bi dehan destpêşxerî ji bo çarekirina kêşeyan hatîne kirin û şermeka mezine yekê weku Erdoganî bibe navbeyinkar û kêşe ji çarçûvê Îraqê derbikevin.
Waar.tv
