• Thursday, 19 February 2026
logo

Ruhanî: Amerîka serneket!

Gulan Media January 14, 2018 Nûçe
Ruhanî: Amerîka serneket!
Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî ragihand ku Amerîka di têkdana peymana bernameya nûkleerî de bi ser neketiye û peyman wekî serkeftina temendirêj a Îranê nirxand.

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî bersiv da biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ‘cara dawî' muafîyeta dorpêçên ser Îranê yên di çarçoveya bernameya nûkleerî de dirêj dike û got, "Amerîka di têkdana peymana nukleerî de bi serneket."

Ruhanî ragihand, ‘Ev peyman ji bo Îranê serfiraziyeke temendirêj e."

Amerîkayê muafîyeta dorpêçan a peymana nukleerî ya di sala 2015an de ji aliyê welatên P5+1 (Brîtanya, Fransa, Çîn, Amerîka, Rûsya û Almanya jî li gel) û Îranê ve hatibû îmzekirin 120 rojan dirêj kiribû.

Basnews
Top