• Thursday, 19 February 2026
logo

Heşdî Şeibî li Mûsilê 10 kurd ji erkên wan ên îdarî dûrxistin!

Gulan Media January 13, 2018 Nûçe
Heşdî Şeibî li Mûsilê 10 kurd ji erkên wan ên îdarî dûrxistin!
Serokê kutleya biratiyê û pêkve jiyanê li encûmena parêzgeha Mûsilê ragehand, Heşdî Şeibî di siyaseta xwe ya ereb kirinê de berdewam e û di çend rojên borî de 10 rêveber û kesayetên kurd ji erkên wan hatin dûrxistin.

Berekat Şemo ji BasNewsê re ragehand, Heşdî Şeibî bi hemû awayan dijatiya xwe û ereb kirina deverên kurdî re berdewam dike û dixwazin kurdan bi temamî lewaz bikin. Çend rojên borî 10 kes ji erkên wan dûrxistine û di cîha wan de jî hin kesên ereb danîne, lê ew kesên hatîne destnîşan kirin jî ti rewabûna wan nîne.

Şemo diyar kir, di heyama borî de, çar rêveberên îdarî li Şingalê ji aliyê Heşdî Şeibî ve ji kar hatin dûrxistin û çar kesên ereb di cîha wan de hatin destnîşan kirin. Û got: ‘’Heta naha rêveberê nehya Girizêr û rêveberiya nahya Sinûnê û nahya Qeyrewan û payeya qaymeqamê Mûsil û rêveberê ava Mûsilê ji aliyê Heşdî Şeibî ve hatine gohertin. Herwaha naha jî dixwazin rêveberê weberhênana Mûsilê bi goherin ku pişka kurdan e.’’

Basnews
Top