Rêxistina Lêborîna Navdewletî ji bo Xurmatû daxuyaniyek da
Lynn Maalouf tekez kir, ku pêkanîna komîteyê karekî giring e ji bo vegerandina mafên wan welatiyên ku mafên wan hatine binpêkirin û pêwîst e ew komîte bibe weke mertalekê ji wan welatiyan re, daku dubarê zordarî li wan nebe û mafên wan neyên binpêkirin.
Lynn Maalouf got: "roja 16ê Cotmeha 2017an, bi sedema êrîşa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser navçeyê û rûbrûbûna wan li gel hêzên Pêşmerge, bi deh hezaran welatiyên sivîl neçar bûn ji malên xwe derkevin û mişext bibin".
Herweha diyar kir ku, "Bi sedan xaniyên welatiyên Kurd û markêt û dukan li taxên Kurdan hatin wêrankirin û şewitandin û di nava çend deqeyan de ew welatî bê mal û milk man".
Di dawiya gotinên xwe de Maalouf got "Ev bûn çend meh malbatên ji Xurmatû mişext bûne, di tirê û dijwariyê de dijîn û nizanin ewê bikaribin careke din li malên xwe vegerin. Lewra pêwîst e Hikûmeta Iraqê bilez pêngavên yasayî bavêje û rê li ber vegera wan xweş bike" .
