• Thursday, 19 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm: Kerkûk hatiye dagirkirin

Gulan Media January 12, 2018 Nûçe
Necmedîn Kerîm: Kerkûk hatiye dagirkirin
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand ku ew ê vegerên bo Kerkûkê û ragihand ku Iraqê hemû bendên destûrê binpêkirin û referandûm jî ji bo zanîna daxwazên xelkê Kurdistanê pêk hat.

Kerîm di dewama axaftina wiha got, “Niha qet ne girîng e kesê ku niha li ser postê parêzgariya Kerkûkê Kurd e an ereb be. Ji ber ku Kerkûk di bin dagirkeriyê de ye û ji ber wê yekê ne girîng e ka ev post di destê kê de ye.”

Necmedîn Kerîm ragihand ku îxaneta di nav YNKê de ziyaneke mezin gihand Kurdistan û YNKê bi xwe û got ku divê ev mesele bi awayekî cidî were lêkolînkirin. Kerîm diyar kir ku divê Parlamentoya Kurdistanê vê meselê bi awayekî lez lêkolîn bike ku xelk jî rastiyê bibîne. Necmedîn Kerîm wiha axivî: “Heta ku ew kesên îxanet pêk anî ji nav YNKê neyên derxistin, kêşe wê berdewam bikin û ji ber vê yekê piştî ku ew ji nav YNKê hatin paqijkirin divê kongre pêk were.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Kerîm ragihand ku di dema destpêkirina êrişên Heşda Şeibî de çend caran di derbarê hewldanên kuştina wî de îstîxbaret wergirtine. Kerîm got, “JI neçarî ez ji Kerkûkê çûm bo paytext Hewlêrê. Lêbelê ez ê her vegerim bo Kerkûkê. Em ê bi serbilindî vegerin Kerkûkê.”

Kerîm di dirêjiya gotinên xwe de ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hewl dide ku parlamento, hikûmet û hemû dezgehên fermî yên Kurdistanê ji kar bêxe û got ku ji ber vê yekê guhên xwe li hemû bangên diyalogê girtine. Kerîm diyar kir ku divê hikûmeta Kurdistanê li hemberî vê yekê têkoşîneke cidî bide.

Kerîm di derbarê hevdîtina nûnerên partiyan a li gel Ebadî destnîşan kir ku ti qîmetê van hevdîtinan nîn e û wiha axivî: “Ev partî ketin lîstika Ebadî. Ebadî jî van partoyan li ber çav nagire.”

basnews
Top