• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Selmasê girtiyekî kurd li ber çavên xelkê hat îdamkirin

Gulan Media January 11, 2018 Nûçe
Li Selmasê girtiyekî kurd li ber çavên xelkê hat îdamkirin
Li bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî kurd li ber çavên xelkê hat îdamkirin.

Duhî danê êvarê li bajarê Selmasê, girtiyekî kurd bi tohmeta kuştina çend kesan hatibû girtin û bi îdadmê hatibû mehkûmkirin, li ber çavên xelkê hat îdamkirin.

Wî zilamî vê biharê 7 kes ji malbata xezûrê xwe kuştibû û ji aliyê dadgeha bajarê Xoy ve bi 5 caran îdamkirin, 14 sal zîndan û 148 qamçiyan hatibû mehkûmkirin.

Basnews
Top