• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka: Dabeşbûna kurdan me nîgeran dike

Gulan Media January 11, 2018 Nûçe
Amerîka: Dabeşbûna kurdan me nîgeran dike
Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman ragihand ku piştî demekê dê hinek civînan pêk bînin ji bo nakokiyan navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin û diyar kir ku "dabeşbûna partiyên kurdan wan nîgeran dike."

Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman bi medyayê re axiviye û gotiye: "Hebûna Herêma Kurdistanê di nava Iraqa yekgirtî de gelekî giring e. Piştî demekê, em dê hinek civînan bi siyasetvanên iraqî re pêk bînin ji bo nakokiyan çareser bikin û diyalog û gotûbêjên navbera Bexda û Hewlêrê teşwîq bikin".

Li gorî medyaya Erebî, Sillimanî diyar kiriye ku "Bexdayê teşwîq dikin ku muçeyan bide, kêşeya deriyên sînorî çareser bike û kordînasyona ewlekariyê li gel Herêma Kurdistanê çareser bike."

Derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê de jî, balyozê amerîkî gotiye: "Em ji dabeşbûna navbera partiyên kurdî nîgeran in, ji ber ev jî gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê zehmet dikin"

k24
Top