Tê pêşbînî kirin Ahmed Turk bibe hevserokê HDPê
Piştî ku Selahattin Demirtaş diyar kir ku ew dê di kongreyê de nebe namzed. Ji bo hevserokê nû lêgerîn û nîqaş diomin. Hatibû ragihandin ku ji bo hevserokatiya HDPê navê siyasetmedarê pispor Ahmet Turk jî derbas dibû. Turk derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Daxuyanîya Turk wiha ye:
Turk diyar kir ku haya wî jê tune ye ku navê wî ji bo hevserokatiyê derbas dibe û got ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê li wezîfeyeke nafikire û wiha berdewam kir:
“Bi ya min divê wezîfeyeke wiha hevalekî ciwan û dînamîk bike. Pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene. Partiya me berî kongreya giştî dê konferansên herêmî lidar bixe. Di van konferansan divê piştgiriyeke xurt bê dayîn. Heta ku rewşa min a tenduristiyê derfet bide ez dê tevlî van xebatan bidim û piştgiriyê bikin. Ji bo hevserokatiyê rewşa min a tenduristiyê rê nade min, lewre ez wezîfeyek wiha nafikirim.”
waar,tv
