• Thursday, 19 February 2026
logo

Turkman û Kiristyanên Kurdistanê daxwaza yek lîsteyê dikin

Gulan Media January 11, 2018 Nûçe
Turkman û Kiristyanên Kurdistanê daxwaza yek lîsteyê dikin
Pêkhateya Turkman û ya Kiristiyan li Herêma Kurdistanê, weke PDK û YNK daxwaz dikin ku tevahiya partî û alî û hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê bi yek lîstê beşdariyê di hilbijartinên dahatî yên Perlemana Iraqê de bikin û didin xuyakirin ku ew yek wê hêz û pêgeha Kurdistanê biparêze.

Serokê firakisyona Bereya Turkmanî di Perlemana Kurdistanê de Aydin Marûf ji Kurdistan24ê re ragihand: "Beşdariya hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi yek lîstê di hilbijartinên Iraqê de, gellekî giring e û yekrêziyê dide xuyakirin".

Nek tenê pêkhateya Turkmanî, lê pêkhateya Kiristiyanî jî li gel wê yekê ye ku yek lîsta Kurdistanî ji bo hilbijartinên Perlemana Iraqê hebe.

Perlemantera pêkhateya Kiristiyan di Perlemana Kurdistanê de Wehîde Yaqo dibêje: "Tevî ku heya niha biryar nehatiye dayin ku pêkhateyên Kurdistanê bi yek lîstê beşdariyê di hilbijartinên Iraqê de bikin, lê guman tune ye heger em hemû bi yek lîstê beşdar bibin, hêza me xurttir dibe û bi yek dengî emê gotûbêjan li gel Bexdayê bikin".

K24
Top