• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Hindîstanê ji ber sermayê 187 kesan canê xwe ji dest dan!

Gulan Media January 11, 2018 Nûçe
Li Hindîstanê ji ber sermayê 187 kesan canê xwe ji dest dan!
Li Hindîstanê sermaya zêde bandorek xirab li jiyanê dike. Rayedarên Hindîstanê ragehand roja duşemê û pê de li gelek cîhên welat bi giştî 187 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li paytexta Hindîstanê Delhî ya Nû (New Delhi) herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest daye. Herwiha herî zêde mirin li eyaleta Uttar Pradeş pêkhatine ku li wê derê 70 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Hindîstanê bi hezaran kes bê xanî û mal in û hat ragehandin ku kesên ku jiyana xwe ji dest dane, piraniya wan ew kes in. Ji aliyê din ve ji ber sermayê mirina ewqas mirovan bû sedema şiroveyên ‘’Li hember sermayê tekoşînê de binketin’’ li welat heye.

basnews
Top