Yekîtiya Ewrûpa ji bo qirîza Hewlêr û Bexdayê dikeve dewrê
Berdevka Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehî yên Têkiliya Yekîtiya Ewrûpayê Federica Mogherini Catherine Ray ragihand ku heta demeke nêzîk em ê bi herdu aliyan re dest bi hevdîtinan bikin.
Catherine Ray diyar kir ku hetanî demeke nêzîk em ê dest bi hevdîtinên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bikin. Bi herdu aliyan re jî li ser pêşerojê em ê biaxivin."
Ray di dirêjiya axaftina xwe de got: "Yekîtiya Ewrûpa (YE) amade ye ji bo avadanbûnê piştgiriya Iraqê bike."
