• Thursday, 19 February 2026
logo

Malbatên girtiyên xwepêşanderên Îranê nerazîbûna girseyî li darxistin!

Gulan Media January 10, 2018 Nûçe
Malbatên girtiyên xwepêşanderên Îranê nerazîbûna girseyî li darxistin!
Duh sêşemê li pêş girtîgeha Êvîn li Tehranê malbatên girtiyên xwepêşanderên Îranê, nerazîbûna girseyî rêkxistin û li hember wê hêzên ewlehiya Îranê bi tundî bersiv dan.

Li gor raporta BBC, beşek ji xelkê nerazîbûna girseyî li pêş girtîgeha Êvîn pêkanîne, (Gunabad a ser bi Xorasanê ye) Derwêşên Gunabadê û kesûkarên girtiyan hatine li Tehranê ew nerazîbûna girseyî pêkanî ne, lê hêzên ewlehiya Îranê bi tundî, bi lêdan ew belav kirine.

Tora Mafê Mirovan a Îranê vê derbarê de belav kir, ku piştî wan xwepêşandanan çar kes ji girtiyên ‘’Derwêşên Gunabadî’’ hatine azad kirin.

Li gor girte videoyên heyî xelkê nerazî li pêş girtîgeha Êvîn dirûşm didin û dibêjin: ‘’Bitirsin, Bitirsin…Em hemû li gel yek in…’’

Basnews
Top