• Thursday, 19 February 2026
logo

KERKÛK – 2 ciwanên Kurd hatine kuştin

Gulan Media January 9, 2018 Nûçe
KERKÛK – 2 ciwanên Kurd hatine kuştin
Şeva derbasbûyî li nav bajarê Kerkûkê, 2 ciwanên Kurd, di encama êrîşeke çekdarî de hatine kuştin. Rêveberiya polîsên bajêr ragihand, ku kujer hê jî nehatine girtin.



Rêveberê Polîsê Kerkûkê Xetab Omer ji Rûdawê re ragihand: “Şeva derbasbûyî, 08-01-2018, li taxa Emed a bajarê Kerkûkê, kesên nenas bi çek êrîşê 2 gencan kirin û di encama êrîşê de herduyan jî canê xwe ji dest dan.”



Xetab Omer da zanîn, ku ji bo eşkerekirina bûyerê û desteserkirina tawanbaran hewldanên xwe zêde kirine lê heta niha jî nasnameyên wan bikujan ne diyar e.



Li gorî zanyariyên Rûdawê herdu gencên hatine kuştin Kurd in û navên wan Çiya Hîwa Salih û Mizefer Behrem Seîd e.



Piştî bûyerên 16ê Cotmehê û hatina hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ya ji bo Kerkûkê, tawanên bi vî awayî yên li dijî hemwelatiyan jî zêde bûne.

K24
Top