Erefat Kerem: Di mijara bûdceyê de sunniyên Iraqê pişta kurdan digirin
Parlamenterê kurd û serokê firaksyona PDKê li parlamentoya Iraqê, Erefat Kerem ji BasNewsê re got, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotiye ez tevlî civîna parlamentoyê nabim heta bûdceya Iraqê ji aliyê parlamentoyê ve neyê gotûbêjkirin.
Erefat Kerem her wiha got, me û parlamenterên sunnî jî li hev kiriye ku heta Ebadî di civînê de amade nebe em bûdceya Iraqê naxin rojeva parlamentoyê. Ji ber ku eger wisa bibe wê çaxê ew bûdceya ku hikûmetê hesibandiye tirsa wê heye were pesendkirin, wê çaxê bûdceya Kurdistanê kêm dimîne.
Wî parlamenterê kurd da zanîn, serokê firaksyona parlamenterên sunnî ji wî re gotiye ku ew nahêlin pêgeha kurd lawaz bibe çimkî “lawazbûna kurd lawazbûna me ye”.
Erefat Kerem da xuyakirin ku serokwezîrê Iraqê bersiva rexneyên firaksyonên Kurdistanî li ser bûdceyê daye û got, lê bersivên wî siyasî ne ne hiqûqî û qanûnî. Ev jî dibe sebeba kûrbûna arîşeyan.
Parlamentoya Iraqê dê îro li ser bûdceya sala 2018 bicive. Hikûmeta Iraqê bûdceya Kurdistanê kêm kiriye û ji %17 daxistiye %12.7!
Basnews
