• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezareta Derve yê Îranê daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî ji bo me girîngin

Gulan Media January 9, 2018 Nûçe
Wezareta Derve yê Îranê daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî ji bo me girîngin
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî diyar kir ku daxuyaniyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo wan girîng e. Behram Qasimî anî ziman ku îhtimaleke dûr e ku berpirsên Herêma Kurdistanê li dijî ewlehiya nîştimanî ya Îranê tevbigerin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îdiayên Sekreterê Giştî yê Encumena Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê Muhsin Rizayî, ku tê de gotibû, “Xwepêşandanên li Îranê ji Hewlêrê ve tên rêvebirin”, red kiribû û diyar kiribû ku ev îdia komedî ne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî li ser daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ev daxuyanî ji bo wan girîng e û got, “Gava em peywendiyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin, htimaleke dûr e ku berpirsên Herêma Kurdistanê li dijî ewlehiya nîştimanî ya Îranê tevbigerin.”

Qasimî herwisa got, “Ji bo tawanbarkirina Herêma Kurdistanê ti belgeyek di deste me de tune ye.”

Waar.tv
Top