• Thursday, 19 February 2026
logo

Parlamentoya Brîtanya derbarê êrîşên Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê yên ser Kerkûkê civînek taybet dike!

Gulan Media January 8, 2018 Nûçe
Parlamentoya Brîtanya derbarê êrîşên Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê yên ser Kerkûkê civînek taybet dike!
Li gorî raporteke rojnameya The Guardian ya Brîtanî, biryar e sibe wê Parlamentoya Brîtanya, derbarê êrîşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê û dagîrkirina Kerkûkê û rola Brîtanya di wan bûyeran de civînekê taybet lidar bixe.

Ji bo vê armancê jî wezîrê karûbarên Rojhilata Navîn di Hikûmeta Brîtanya de ji bo wê civîna Parlamentoyê hatiye vexwendin.

Herweha rojnameyê li ser zimanê wezîrekî berê yê Brîtanya eşkere kiriye, ku bi awayekê ne rasterê destê Brîtanya di dagîrkirina Kerkûkê de heye û bi piştevanîkirina wê ji Hikûmeta Iraqê re di wê mijarê de, Kurdên hevpeymanên xwe lawaz kiriye û alîkariya Tehranê jî kiriye ku desthilata xwe li Iraqê berfirehtir bike.

Basnews
Top