• Thursday, 19 February 2026
logo

Perlemana Iraqê deng li ser pêkanîna komîteyeke lêprisînê taybet bi bûyerên Xurmatû da

Gulan Media January 8, 2018 Nûçe
Perlemana Iraqê deng li ser pêkanîna komîteyeke lêprisînê taybet bi bûyerên Xurmatû da
Îro Perlemana Iraqê di rûniştina xwe ya sêyem de, deng li ser pêkanîna komîteyeke lêprisîn û lêkolînê derbarê bûyerên Xurmatû da, ku çi kesên destên wan di tevliheviyan de heye wê lêprisîn li gel wan bê kirin. Ew jî bi armanca ku vegera bilez ya mişextan bê gerentîkirin.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, ew komîte ji komîteyên asayiş û berevanî, mafên mirovan, koç û koçberan, ragihandin û rewşenbîrî yên Perlemana Iraqê pêk tê.

Piştî bûyerên 16 Cotmeha sala derbasbûyî, bajarokê Xurmatû rastî êrîşên çekdarên Heşda Şeibî hat, ku bi wê sedemê gellek Kurdên wî bajarokî mişext bûn.

K24
Top