Parlamentoya Brîtanya derbarê êrîşên Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê yên ser Kerkûkê civînek taybet dike!
Endamê serkirdetiya YNKê Mistefa Çavreş got, di vê qonaxê de ya herî baş ew e ku hêz û partiyên Kurdistanî xwe nêzîkî hev bikin û li hember pozbilindiya Bexdayê bibin yek.
Mistefa Çavreş her wiha got, di çarçoveya vê perspetîfê de tê xwastin ku YNK û PDK bi namzedên hevbeş beşdarî hilbijartinên Iraqê û Kurdistanê bibin. Eger wisa bibe tiştekî gelekî baş e.
Wî rayedarê YNKê anî ziman ku eger YNK û PDK ji hev dûr bin wê çaxê ziyanek mezin digihê Herêma Kurdistanê û got, YNK û PDK du partiyên serekî ne li Kurdistanê. Eger ew ji hev dûr in dê mala kurdan wêran bibe ji ber wê jî nêzîkbûna wan partiyan gelekî baş û bi sûd e.
Heta niha YNK û PDK du caran bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên Kurdistan û Iraqê bûne; sala 2005 û sala 2009.
basnews
