• Thursday, 19 February 2026
logo

Welatek Ewropa biryara dawî derbarê penaberan de da!

Gulan Media January 8, 2018 Nûçe
Welatek Ewropa biryara dawî derbarê penaberan de da!
Serokwezîrê Hingarya ango Macarîstanê biryara dawî derbarê wergirtina penabean de da.

Serokwezîrê Hingarya Viktor Orban ji çapemeniya welatê xwe re ragehand, şepola penaberên misliman bo Hingarya dibe sedemê avabûna du civakên cuda li Hingarya û em wek dagirkeriya mislimanan dibînin.

Viktor Orban diyar kir, penaber bo welatên Ewropa gef in, ji ber vê jî di ‘’Pêşerojê de ti penaberekê wernagrin’’ û got ez hêvîdarim sînorên derve yên Yekitiya Ewropa bên bihêz kirin ku rê li penaberan bê girtin.

Ji ber şer û krîzên li welatên bakûrê Afrîqa û rojhilata navîn, bi taybet welatên Lîbya, Sûriye, Iraq û Afganîstanê sedan hezar hemwelatî naçar bûne mal û halê xwe bicîh bihêlin û berê xwe bidin welatên Ewropa.

Basnews
Top