• Thursday, 19 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê dahata petrol û xazê gotûbêj dike

Gulan Media January 8, 2018 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê dahata petrol û xazê gotûbêj dike
Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand: "Biryar e îro encûmena wezîran ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî, derbarê dahata petrol û xaza Herêma Kurdistanê bicive".

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, di civînê de wê rapora dawî ya şeş mehên destpêka sala 2017an û hejmara bermîlên hatine hinardekirin û dahata wan bên gotûbêjkirin.

Ev yek di demekê de ye, piştî bûyerên 16ê Cotmeha sala derbasbûyî, zeviyên petrol Kerkûkê ji aliyê Hikûmeta Iraqî ve hatin dagîrkirin, ji ber wê yekê jî dahata petrola Herêma Kurdistanê bi rêjeyeke berbiçav kêm bû.

Li gorî dawîn amar, niha Herêma Kurdistan rojane tenê nêzîkî 260 hezar bermîl hinarde dike.

K24
Top