‘Hewl tê dayîn li parlamentoya Iraqê proseya ereb kirina Kerkûkê bê guftûgo kirin’
Îro 07.01.2018 cîgirê serokê fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îmzaya 50 endamên encûmena nûnerên Iraqê min bixwe kom kiriye, ku proseya ereb kirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanê bikeve bernameya kar a parlamentoyê. Herwaha razîbûna serokê parlamentoyê jî min wergirtiye. Lê tişta ku maye îmzaya her du cîgirên serokê parlamentoyê ye, ji ber pêwîstî bi razîbûna wan jî heye.’’
Herwaha Şaxewan Ebdula got, îro 07.01.2018ê li serokatiya parlamentoya Iraqê hewl didim ku ev babet bikeve bernameya kar a sibê ya parlamentoyê.’’
Basnews
