Partiyên Kurdistanî ji bo Kerkûkê civiyan
Civîna îro ya partiyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê di demekê de ye, ku hêj rewşa Kerkûkê ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê kete bin kontrola hêzên Iraqê, asayî nebûye û bi hezaran xelkê Kerkûkê nekarîne vegerin ser war û malên xwe.
Cîgirê Berpirsê Melbenda 2 a Rêxistina Kerkûkê ya YNKê, Cemal Şukur derbarê civîna îro ya aliyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê de ji Rûdawê re ragihand: “Di civîna îro Yekşemî ya partiyên Kurdistanî de, behsa çêkirina lîsteke hevbeş a partiyên Kurdistanî li Kerkûkê ji bo hilbijartinên parlamento û encumenên parêzgehan tê kirin. Em dixwazin lîsteke hevbeş pêk bînin û ew lîst jî dê vekirî be û çê dibe ku birayên Ereb û Tirkmen jî tevlî wê lîsteya hevbeş bibin.”
Derbarê amadenebûna Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di civîna îro de, Cîgirê Berpirsê Melbenda 2 a Rêxistina Kerkûkê ya YNKê got: Rast e ku nûnerê PDKê amade nebû, lê belê ew proje li gorî wan jî baş e û red nekirine. Em bi hêvî ne ku hem hemû bigihîjin lihevkirinê bo çêkirina wê lîsteya hevbeş, ji ber ku ji bo rewşa niha ya Kerkûkê gelek pêwîst e.
Berpirsê Liqa 3 a PDKê li Kerkûkê, Mihemed Xurşîd derbarê amadebûna wan di civîna îro ya li Kerkûkê de ji Rûdawê re axivî û diyar kir: “Bi baweriya me, Kerkûk hatiye firotin û hatiye dagîrkirin, ji ber vê em li bajarekê dagîrkirî beşdarî ti civînan nabin.”
Derbarê nêrîna PDKê li ser projeya lîsteya hevbeş a Kurdî li Kerkûkê de jî, wî berpirsê PDKê got: “Em yek lîsteyî û yekdengiya Kurd li Kerkûkê û hemû cihên din bi baş dibînin.”
Mihemed Xurşîd mercê pêkanîna lîsteya hevbeş a Kurdî li Kerkûkêjî aşkere kir û destnîşan kir: “Çêkirina lîsteya hevbeşa Kurdî li Kerkûkê girêdayî encamên civîna îro ya PDK û YNKê ye ku li Silêmaniyê tê sazkirin.”
Biryar e di 12-05-2018ê de hilbijartinên parlamento û encumenên parêzgehan li Iraqê bihên encamdan, lê hêj xuya nîne ku partiyên Kurdistanî di wan hilbijartinan de û bi taybet jî li parêzgeha Kerkûkê, dê bi çi awayî be.
Hevdem li gel civîna partiyên Kurdistanî ji bilî PDKê li Kerkûkê, PDK û YNK li Silêmaniyê civiyan.
Şandeke bilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî îro 07-01-2018, serdana Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) kir.
Di şanda PDKê de Fazil Mîranî, Hoşyar Zêbarî, Roj Nûrî Şawêys, Mehmûd Mihemed, Azad Berwarî û Dilşad Şehab cîh digirtin.
Şanda YNKê jî ji Hêro Îbrahîm Ehmed, Mela Bextiyar, Şêx Ceifer Şêx Mistefa, Seidî Ehmed Pîre, Omer Fetah, Hakim Qadir, Şoreş Îsmaîl û Aso Mamend pêkdihat.
Rudaw
