• Thursday, 19 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tometên Muhsin Rezayî red dike

Gulan Media January 7, 2018 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tometên Muhsin Rezayî red dike
Mapereka Îranê ya binavê Tesnîm li ser navê Sekrererê Giştiyê Civata Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê, Herêma Kurdistanê bi hindek tometên vala tawanbar dike û dibîje xwepîşandanên Îranê ji Hewlêr tên rêvebirin.

Sefîn Dizeyî Peybdarê Hikûmeta Kurdistanê wan tometên vala red dike û dibêje ku ew tomet çêkirîne û ji rastiyê dûr in.

Teksta daxuyaniya peyvdarê hikûmetê:

Malpera Tesnîm ya Îranê daxuyaniyeka Muhsin Rezayî sekreterê giştiyê Civata Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê weşandiye û Rezayî bi gotinên vala Herêma Kurdistanê tometbar dike ku guwaye xwepîşandanên Îranê ji Hewlêrê tên birêvebirin.

Em bi hemû awayan van tometên çêkirî û bê bingeh ku ji hemû rastiyekê dûr in, red dikin. Herêma Kurdistanê bi kiryar selamndiye ku hertim faktera aramî û tenahiya deverê bûye û hertim rê nedaye û rê nade bibe sedema alozî û dirustbûna kaosê li welatên cîran.

Herêma Kurdistanê digel welatên cîran, herêmî û cîhanê jî hertim xwestiye têkeliyên dostane li ser bingeha qedirgirtin û berjewendiyên hevbeş hebe. Ev awayê daxuyaniya bi tu awayî xizmetê bi cîrantî û têkeliyên Herêma Kurdistanê digel Îranê nakin.

Sefîn Dizeyî
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
06.01.2018
Top