PYD: Plana Amerîka, destpêka avakirina navçeya ewle li bakurê Sûriyê ye
Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo li ser plana Amerîka ya avakirina artêşa bakurê Sûriyê de ji K24ê re got: “Ev destpêkirina avakirina navçeyeke aram e li rojhilatê çemê Ferêt û di pişt re jî li tevahiya Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê. Herwiha ew metirsiya ku Kurd bibin qurbaniya planeke navdewletî têk dide.”
Îro, Rojnameya El-Şerq El-Ewset ji ser zimanê berpirsekî pile bilind ji welatên rojavayî veguhest, ku niha Amerîka pilaneke nû ji 10 xal ji bo rewşa rojhilatê çemê Firatê û navçeyên di bin destê HSDê de daneye, di nav wan xalan de hatiye ku Amerîka dixwaze piştî şerê DAIŞê rola HSDê biguhere û artêşeke niştimanî ji wê hêzê pêk bîne.
Dîbo diyar kir, Tiştê girîn ji wan re ew e, ku projeya PYD û TEV-DEMê ya ji sala 2012an ve danîne û xebat li ser kirine, bûye alternativek ji bo çareseriyekê ji pirsgirêka Kurd û Sûriyê bi tevahî.
Dîbo amaje bi wê yekê jî da, serdana şandên Amerîka, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Siûdiye û welatên din, nîşana wê yekê didin, ku projeya federalîzma bakurê li cem wan tê qebûlkirin.
Ji bo plana Amerîka derbarê Efrîn û Minbicê de jî Dîbo got: “Li cem me wek PYD, TEV-DEMê û hemû aliyên siyasî di federaliya Bakurê Sûriyê de, rojhilat û rojavayê çemê Ferêt nîn e. Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ji çemê Dîcle û ta Deryaya Spî yek perçe ye. Pêwendiyên me Rûsya û Amerîka re jî xurt in û bi demê re ew pirs tê qebûlkirin.”
K24
