Hadî Amrî: Ez nikarim daxwaza vegera koçberan bikim!
Li gor zanyariyên ketin dest BasNewsê, şanda Xurmatû li gel hejmarek berpirsên hikûmeta Iraqê li Bexdayê civiyane. Herwaha li gel nûnerê merciya bilind a şîeyên Iraqê Elî Sîstanî û herwaha biryare li gel gelek berpirsên din ên payebilind ên Iraqê bicive û hewla wegerandina koçberan bidin.
Serpereştê şanda civakî ya Xurmatû bo Bexda û Kerbela Mela Hawar Dawudî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Di serdana me ya Kerbela de, me hevdîtin li gel nûnerê merciya bilind a şîeyên Iraqê Elî Sîstanî pêkanî û hemû rastiyên derbarê karesata Xurmatû me ragehande wan. Herwaha biryar hat dayîn nûnerek ji merciyê serdana Xurmatû bike.’’
Herwaha got: ‘’Me li gel fermandarê bilind ê Heşdî Şeibî Hadî Amrî hevdîtinek pêkanî û piştî gotûbêja rewşa Xurmatû ji me re got, naha ez nikarim bibêjim bila koçber wegerin.’’
Ji aliyeke din ve şanda Xurmatû li ser serokê hevpeymaniya niştimaniya Iraqê Emar Hekîm jî hevdîtinek pêkanîne.
Basnews
