Felah Mistefa: Cîhan bere li ser hesabê Kurdistanê piştevaniya Bexdayê neke
Felah Mistefa her di wê gotarê de nivîsandiye, divê civaka navdewletî û bi taybetî welatên bihêz wê rastiyê bizanin ku, herêma Kurdistanê ya bihêz û aram, bandoreke pozîtîv li ser aramî û bihêzbûna Iraqê jî dike.
Di derbarê sizayên Bexdayê li ser herêma Kurdistanê, Felah Mistefa dibêje, wê yekê ne tenê li ser jiyana rojane û aboriya xelkê herêma Kurdistanê bandorek xerab kiriye, lê bandorek neyênî li ser wan yek milyon û nîv aware û koçberên li herêma Kurdistanê, ku ev çend sal in li herêma Kurdistanê hatine hewandin jî kiriye.
K24
