• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka: Divê dengê Îraniyan bigihêje hemû cîhanê

Gulan Media January 6, 2018 Nûçe
Amerîka: Divê dengê Îraniyan bigihêje hemû cîhanê
Encumena Asayişa Neteweyên Yekbûyî li ser daxawaza Amerîkayê bi mijara xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî hikûmetê û midexaleyên tund ên hikûmeta wî welatî civiya.



Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley derbarê binpêkirina mafên mirovan de hişyarî da Îranê û got, ti hikûmet nabe van mafên rewa red bike.



Nikki Haley diyar kir ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetirî 79 herêman li dijî hikûmetê wî welatî rabûne ser piyan û wiha got: “Divê hemû cîhan bala xwe bide bûyerên hefteya borî li tevahiya Îranê dest pê kirine. Xelkê Îranê mafê xwe yê herî rewa dixwaze. Li dijî rejîma tehditkar xelk li tevahiya Îranê dengê xwe bilind dike. Divê cîhan ji bo wêrekiya xelkê Îranê çepikan lêbixe.”



Haley herwiha ragihand mafê xelkê Îranê heye ku çarenûsa xwe diyar bike divê dengê xelkê Îranê bigihêje hemû cîhanê.



Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vasiliy Nebenzya jî ji ber ku Amerîkayk xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê aniye rojeva Encumena Asayişa Neteweyên Yekbûyî rexne li Amerîkayê girt.



Vasiliy Nebenzya got karên navxweyî yên Îranê ye û Amerîka tawanbar kir, ku ew ‘bihaneyên sexte' dike rojev û got, "Îro dîsa diyar dibe ku Encumena Asayişa Neteweyên Yekbûyî ji bo karên xerab tê bikaranîn. Bila Îran bixwe bi pirsgirêkên xwe çarser bike.”



Di civîna Encumena Asayişa Neteweyên Yekbûyî, Nûnerê Daîmî yê Îranê li NY Gholamalî Khoshroo jî mafê axaftinê wergirt û helwesta Amerîkayê ya li hemberî welatê xwe bi tundî rexne kir.



Gholamalî Khoshroo jî anî ziman Amerîka hêza xwe ji bo tiştên xirab bikar tîne.

Rudaw
Top