• Thursday, 19 February 2026
logo

Îran CIA bi plana xwepêşandanan tometbar dike

Gulan Media January 5, 2018 Nûçe
Îran CIA bi plana xwepêşandanan tometbar dike
Dozgerê Giştî yê Îranê dibêje, berpirsek bilind ê rêxistina Hewalgiriya Amerîka CIAê plana xwepêşandan û nerazîbûnên heftiya borî ya Îranê daniye.

Mihemed Ceferî di daxûyaniyekê de ragihand, ew xwepêşandanên heftiya borî li Îranê ji derve bi plan hatin danîn, û planderê sereke yê wê projeyê kesekî Amerîkî ye bi navê Maykil Andirya, yê ku beriya niha berpirsê dije terora rêxistina CIA bû.

Bi gotina Dozgerê Giştî yê Îranê, Odeya operasyonên vê planê ji alî Amerîka , Îsraîl û Siûdyê hatiye danîn, û plana giştî ji aliyê Maykil Andirya û efserekî Îsraîlî ve hatiye serpereştî kirin.

K24
Top