• Thursday, 19 February 2026
logo

Berdevkê hikûmeta Iraqê: Hikûmeta Iraqê li gel şanda Gorran û Komel nacive!

Gulan Media January 4, 2018 Nûçe
Berdevkê hikûmeta Iraqê: Hikûmeta Iraqê li gel şanda Gorran û Komel nacive!
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seed Hedîsî eşkere kir, ku şanda hizbî ya Kurdistanê, nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nake û tenê wê ew şand li gel aliyên siyasî yên Iraqê û hejmarek frakisyonên nav Perlementoya Iraqê bicive.

Hedîsî got jî: Ti zanyarî derbarê civîna wan aliyan li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tine ye.

Duh şandek ku pêk hatibû ji Şoreş Hacî û Mihemed Reûf ji Tevgera Goran, Mihemed Hekîm û Ehmed Hacî Reşîd ji Komela Islamî, Hesen Cîhad ji Hevpeymanî ji bo Demokratiyê ya ser bi Berhem Salih ve, serdana Bexdayê kir û îro jî li gel hejmarek ji aliyên siyasî yên Iraqê civiya.

Basnews
Top