Dema hilbijartinên Kurdistanê hat diyar kirin
Civata komîserên ser bi komisyona bilind ya hilbijartinên Kurdistanê, îro civiya û di civîna xwe de derbarê diyar kirina dem bo hilbijartinên Serokatiya Kurdistan û Parlementoya Kurdistanê nîqaş kir.
Her di heman civînê de biryar hatiye dayîn daku di roja 14an ya meha nîsana sala 2018an de hilbijartinên Serokatiya Kurdistan û parlementoya Kurdistanê werin kirin.
Weke tê zanîn di meha 12an ya sala 2017an de jî Serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji parlementoyê kiribû daku di nava sê mehan de amadekariyên hilbijartinan bike.
