• Thursday, 19 February 2026
logo

Leşkerên Erebistana Siûdî ketin kemînê: 10 kuştî

Gulan Media January 4, 2018 Nûçe
Leşkerên Erebistana Siûdî ketin kemînê: 10 kuştî
Hat ragihandin ku karwanê leşkerî yê artêşa Erebîstana Siûdî li herêma Cîzanê ket dawik ango kemînê û di encamê de bi dehan leşkerên Siûdî hatin kuştin.

Li gorî nûçeya malpera Al Masdarê, karwanê leşkerî yê artêşa Erebîstana Siûdî li herêma Cîzanê kete dawika çekdarên rêxistina Ensarullahê.

Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku çekdarên rêxistina Ensarullahê li herêma Cîzanê ku gelek caran artêşa Siûdî wê rêyê bikar tîne bombe vedan.

Bombe di dema derbasbûna karwanê leşkerî ya Erebîstana Siûdî de teqiya. Li gorî malpera Al Masdarê di encama teqînê de herî kem 10 leşkerên Siûdî hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Dîmênên teqînê li ser malperên nêzîkî rêxistina Ensarullahê jî hatin parvekirin.

Basnews
Top